Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku roja Pêncşemê di êrişên hewayî yên Îsraîlê de 70 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di êrişan de Dekanê Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Lubnanê Dr Huseyîn Bezzi û hîndekarê fakulteyê Prof. Dr. Murteza Sirur jî jiyana xwe ji dest dan.
Serokkomar Joseph Aoun êrişa li ser kampusa Zanîngeha Lubnanê şermezar kir û got, "Bûyerên li Fakulteya Fenê qewimîn sûcek e ku ji her alî ve divê bê şermezarkirin. Binpêkirina eşkere ya norm û qanûnên navneteweyî ye ku êrişên li ser sivîlan û saziyên perwerdeyê qedexe dikin. Ev yek di mijara êrişa li dijî sivîlan de vekirina rûpelekî nû ye."
Aoun destnîşan kir ku êriş li dijî norm û hiqûqa navneteweyî ye û careke din bi bîr xist ku divê sivîl bêne parastin.